18 Haziran 2016 Cumartesi

Çûçik û Kosî

Rojekê çûçikek piçûk li xwarinê digere. Li jêr kosîyekî dibîne. Dadikeve xwarê û jê dipirse:
“Birayê kosî ev lez û beza te ber bi ku ve ye. Tu ku de diçî?
Kosî bersiva wî dide dibêje:
“Qet ne pirse, di pişt vî çîyayî de evîndara min heye, eger umrê min qîm bike emê hev û din bibînin. Ev du sale ez dimeşim lê tu dibînî ez negîhîştimê. Lê lixwe binêre tu çi bi talihî, baskê te hene û tu di ku de bixwazî hema diçî wê derê.”
Çûçik bersiva wî dede dibêje:
“ Hezkirina ku mirov bi hêsanî bi dest xwe bixîne ne hezkirin e. Eger wusan be, tuyê jî wek me li ser vê darê û li wê darê dakevî û tiştekî bi dest xwe nexînî.

Lê eger ji bo hezkirinê ked û xebat bê dayîn, ew evîn û hezkirin tu carî nayê jibîrkirin û tu hêz nikare wê evînê xerab bike. 

Çîroka Mîro û Hungiv

Rojekê dilopek hungiv kete erdê,
Mîroyek/gêrikek piçûk hat li tama wê mêzekir û çû
Tama hungiv bi xweşa mîroyê çubu.
Piştî qasekê dîsa hat û hinekî din jî xwar.
Xwest here lê hungiv pirr bi tam bu.
Kir nekir nikaribu dev ji hungiv berde.
Êdî xwe teslîmî tama hungiv kiribu û kete nav dilopa hungiv.
Lê dema xwest ku ji nava hungiv derkeve ew taqet di xwe de nedît
Her cara ku xwest derkeve, pirtir kete nava hungiv û di nav gungiv da can da.
Eger mîro qîma xwe bi hinek hungiv  bianîya wê nemira.
Însanên arif û ehlên hîkmetê wuha gotine:
Kî bi qasî ku têrî wî dike ji nîmetên dinyayê bixwe, xelas dibe.
Kî jî, daxwaza malê dinyayê bike;  wek mîro di nava kêf û şahîya dinyayê de helaq dibe diçe.
Kîtabullah vê xisûsê çiqas xweş tîne ziman:
Jixwe jiyana dinyayê ji leyîstik û şahiyê pê ve ne tiştek e. Ji wan kesên ku (ji ezabê Xwedê) ditirsin re, axîret bixêrtir e.  (EN’AM:32)





26 Mayıs 2016 Perşembe

Mala Elîyê Ûnis

Seyrê Elîyê Mamed

Fermana Elîyê Ehmed

Hemdîn û Şemdîn

Şerê Kalo û Hemê Zerê

Zembîlfroş

çûk û pîrê

Lawê pîrê